Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Austuraliya Qudisa Rojava Weke Paytexta Îsrailê Nas Dike


Serok Hikûmetê Austuralya Scott Morrison
Serok Hikûmetê Austuralya Scott Morrison

Serokwezîrê Austuralya roja Şemiyê got welatê wan bi şêweke fermî dipejirîne ku Qudisa Rojava "Orşelîm" paytexa Îsrailê ye. Ev biryara Austurya weke guherînekê tê nirxandin.

Scott Morrison serok hikûmetê Austuralya got, ewê Qudisê weke paytexta Îsrailê nas bikin. Lê ewê balyozxana xwe zû ne veguhêzin wê derê.

Morrison li meha Îlona burî got bû, ewê balozxana xwe veguhêzin Orşelîmê dema ku di kampêna hilbijartinan de bû û di xwest dengên civaka cihu bidest bixe. Lê wî çaxî hatûb rexnekirin bi taybet ji aliyê hin welatên cîran yên weke Malîzya û Îndonesya ku welatên piraniya wan misilman in.

Serokê Amerîka Donald Trump di meha Gulanê de biryar dabû ku, ew Orşelîmê/Qudisê weke paytexta Îsrailê nas dikin, û daxwaza veguhastinek lezgîn ya balozxana Amerîka kir bû. Ev yek bûbû sedema dilxweşiyek mezin ya Îsrailê û nerazîbûnek bihêz ya Flistîniyan û cîhana Îsalmî.

Scott Morrison da zanîn ku heta rewşa bajêrê Orşelîm neyê yekalî kirin ew balozxana xwe na veguhêzin, herwiha got, ew li ser bingehê naskirina du dewletan ya Îsrail û Flistînê dê piştevanîyê bikin û got "tiştê ku em dibêjin em dixwazin cemidandina niha heyî nemîne û rewş pêş bikeve".

Îzat Selah Abdulhadî nûnerê Flistînê li Austuralya daxûyaniyek da û got, naskirina du paytexiya Qudisê weke pêgiriyeke rastîn ya Austuralya ye jibo çareseriyek du dewletan tê dîtin, Selah dîsan got, lê ew di wê bawerê de ne ku Îsrail bi dabeşkirin Qudisê qail nabe û ewê Qudisê weke"paytexta xwe ya heta hetayê bihêle":

Derbarê helwesta Austuraliya de Arrmanatha Nasir berdevkê wezareta derve ya Îndonesya got, Austuralya balyozxana xwe bo Qudisê venaguhêze û bang li hemû welatên endam di Netewên Yekgirtî de kir ku dewleta Flistînê li ser bingehê çareseriya du dewlan nas bikin.

XS
SM
MD
LG