Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Civata Ewlekarî ya NY'ê Ser Orşelîm/Qudsê Kom Dibe


Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî (CENY) dê ser mijara Orşelîmê sibê Înê bi awayekî awarte kom bibe.

Serokê Amerîka Donald Trump do Çarşemê ragihandibû ku ewê êdî Qudsê wek paytaxta fermî ya Îsraîlê bibînin.

Fransa, Îtalya, Brîtanya, Bolîvya, Misir, Senegal û Urguay bi serlêdana hevpar ji Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres xwest ku di kombûna CENY’ê de ser mijara Orşelîmê raporekê bide.

Guterres ji New Yorkê dîyar kiribû ku çareserîya bo Qudsê hevdîtinên rasterast yên karbidestên Fîlîstîn û Îsraîlê ne.

‘’Ez dijî hemî gavên ku aştîya di navbera Fîlîstîn û Îsraîlê de dixe metirsîye me.’’ Guterres gotibû.

XS
SM
MD
LG