Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Tîrmehê de Rêjeya Bêkarî li Amerîka Nizimtir Bû


Li Amerîka kardîtîn di meha Tîrmehê de 943.000 karên li li bazarê zêde bûne û rêjeya bêkarîyê jî daket % 5.4'an

Ev pêzanîna destnîşan didin ku aborîya Amerîka bi rengekî xurt pêşve dikeve.

Hejmarên Tîrmehê pêşbînîya aborîzanan ya zêdeyî 860.000 karên nû derbaz kir.

Wezareta Kar ya Amerîka jî hejmarên xwe yên derbarê karên Gulan û Hezîranê jî nû kir û 119.000 karên din zêde kirin.

Gava ku karsaz hewl didin ku xebatkaran bibînin wan heqên xebatê zêde kirine, jiber ku kiryar vedigerin:Dahata yek demjimêra navîn, meha borî ji sedî 4, li gor sala borî, zêde bûye, ev bi taybet girîng e jiber ku piranîya karên nû di pişesazîyên mîna kêfxweşî û mêvanperwerîyê de derketine holê ku dahata wan kêm in.

Hejmara kesên ku ragihandine karên wan hene, 1 mîlyon zêde bûye. Ji Cotmehê û vir ve, rêjeya bêkariyê ji % 5.9 ya di Hezîranê de, daketiye.

Otel û xwaringeh ku di pêyvajoya pandemîyê de hatibûn girtin, niha jinûve bi tevahî vekirî ne û karên wan gelek baş in. Wan meha borî 327.000 kar zêde kirine.

Pandemîya vîrusa korona di bihara borî de bû sedema rawestandineke kurt lê dijwar ya aborîyê, piranîya xebatên karsazîyan hatibûn sekinandin û kiryar jî bo tedbîrên saxlemîyê li malên xwe de mabûn.

Aborîyê di Adar û Nîsana 2020'an de zêdetirî 22 mîlyon kar winda kir. Ji hingê ve, her çend aborîyê nêzî17 mîlyon kar xelas kiriye jî, li gor Sibata 2020'an kêmasîyeke bi 5.7 mîlyonî hîn jî heye.

Destpêkirina vaksînlêdanan rê li ber vebûna karsazîyan vekir û kiryar vegeryan dikan, xwaringeh û barên ku ew bi sedema pandemîya COVID-19 bi mehan dûr sekinîbûn.

Hevdem, gelek Amerîkî jî bi dema ku ji malên xwe derneketin ku dirav xerc bikin û jiber ku alîkarîya diravî ya hikûmeta federal, dirav berhev kirine.

Wek encameke, aborîya Amerîka bi leza ku nedihat çaverêkirin, pêşve diçe. Sindoqa Diravî ya Navnetewî (IMF) pêşbînî dike ku dehata navxweyî ya Amerîka ye - pîvana herî berfireh ya pêşketina aborî – îsal ji % 7 mezin bibe, ji 1984 an vir ve leza wê ya herî bilind e.

XS
SM
MD
LG