Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pirtûka Gotinên Mezinan ya Rêkêş Amêdî Giheşt Xwendevanan


Rêkêş Amêdî
Rêkêş Amêdî

Rêkêş Amêdî yek ji komkarên folklor û kultora Kurdî ye ku li Duhokê dijî. Amêdî 42 sal in ku vî karî dike û keda xwe ya salên dirêj di pirtûkekê de civand.

Pirtûka Amêdî ji 1156 rûpelan pêk tê û tê de hêşt hezar gotinên mezinan û şîroveya wan gotinan cîh digirin.

“Mixabin ta îro gelê me buhayê komkirina folklor û kultora xwe nizane, loma jî ti kes piştgirî nake. Min bo nivisîna vê pirtûkê 42 sal dan û gelek westîyam, lê tenê parêzgarê Duhokê hinek alîkarî da me.”

Folklorzan Edîb Ebdula jî dibêje ku ev berhem samaneke netewî ye û nasnama netewa Kurd e û girîng e nifşên nû agahî li ser van gotinan û folklora xwe hebe.

SB_07_19_2019_Rêkeş_Amêdî
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:15 0:00

XS
SM
MD
LG