Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêvebirîya Xweser Dibêje Ewê di Demeke Nêz de Vaksîna COVID-19 Peyda Bike


Desteya Tendirustî ya Bakur û Rojhilata Sûrîyê, jibo bidestxistina vaksîna COVID-19 û belavkirina wê têkilî bi Rêxistina Saxlemîya Cîhanê (WHO) re kir.

Jêderên agahdar ragihand ku peywendî bi rêya rejîma Sûrî pêk hatiye lê ew jî gelek astengîyan datîne pêş wan.

Hevserokê desteya tendirustîyê Dr. Ciwan Mistefa ji Dengê Amerîka re got ku ewê di dema herî zû de vaksînê bi dest xin.

Hêjayî balkişandinê ye ku ragihandina qedexeya giştî li piranîya bajar û bajarokên Bakur û Rojhilata Sûrîyê hejmara tûşbûyên korona % 50, hejmara yên ku test ji wan re hatin çêkirin daxistiye rêjeya % 32.

Dr. Mistefa dîyar dike ku qedexeya giştî hate rakirin,l ê ji bo pêşîgirtina belavbûna zêde, hîn qedexeya beşî pêdivî ye.

“Heta 23ê vê mehê hejmara tûşbûyên korona li Bakur û Rojhilata Sûrîyê giheştiye 7824 kesan ku 263 kes bi vîrusa korona mirine.

RK_12_25_2020_Rewşa_Korona
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:49 0:00

XS
SM
MD
LG