Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêvebirîya Xweser Şamê bi Pêşîgirtina Hatina Vaksînên Dijî COVID-19 Tawanbar Dike


Hevserokê Desteya Tendirustî yê Rêvebirîya Xweser ya Bakur û Rojhilata Sûrîyê Ciwan Mistefa got ku rejîma Sûrî gelek pirsgirêkan datîne pêş gihiştina vaksînên dijî COVID-19.

“Jibo wergirtina vaksîna korona ji Rêxistina Saxlemîya Cîhanê (WHO) û belavkirina wê ji welatîyan li Bakur û Rojhilata Sûrîyê rêya herî baş di rêka rêxistinên mirovî yên ne hikûmî re ye.”

Mistefa ragihand ku jibo rêgirtina pêş belavbûna cûreya nû ji vîrusa korona ewê hemû tedbîrên pêşîgir bigirin û Rêvebirîya Xweser wê vaksînê bê pere, ji welatîyan re belav bike.

Wî da zanîn ku li gor soza WHO di 1ê meha Tîrmehê de vaksîn bigiheje herêmên bin kontrola Rêvebirîya Xweser.

“Danûstandinên me bi Hevpeymanîya Navnetewî ya Pêşxistina Vaksînan re didome û ta niha me dikaribû belavbûna vîrusa korona kontrol bikira. Heta 26ê vê mehê hejmara tuşbûyên korona li herêmên bin kontrola me 9450 ye û 289 kes bi korona mirine.”

RK_01_27_2021_Vaksîn
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:13 0:00

XS
SM
MD
LG