Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêveberîya Xweser 450,000 Ton Genim ji Cotkaran Werdigir E


Zeviyên genim li bakur û rojhilatê Sûriyê

Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê miqdara derametê genim û ceh yê îsal ku ji cotkaran wergirtiye, diyar kir. Her wiha dibêje, ku wergirtin hêjî berdewam e.

Hevserokê desteya çandinê ya Rêveberîya Xweser Selman Barûdo ji Dengê Amarîka re serjimarên îsal eşkere kirin, herwisa anî ziman ku miqdara derametê cotkaran yê heta niha wergirtî ji plana wan kêmtir e.

Birêz Barûdo, amaje kir ku wan heyanî niha zêdeyî 450 hezar Ton ji berhema genim ji destê cotkaran wergirtine .

Selman Barûdo
Selman Barûdo

Birêz Selman Barûdo, eşkere kir ku di pilana wan de pêwistî bi 500 hezar tonan heya, da ku têra tovçînî û hem jî bo arvaniya ku bikin nan bike, û dibêje "Heya niha me zêdetirî 450 hezar ton genim wergirtî ye, di pîlana me de ku pêdivîya me bi 500 hezar ton genim heye, ew jî bo tovçînî û arvaniya ku bikin nan. Hînjî wergirtin berdewam e." Derbarê xercikirin afatoreyên çotkaran û sedema dereng ketina xerckirinê Selman Barûdo got:

"Di hefteya destpêkê ji serfkirina fatoreyan de, tu pirsgirêk û astengî dernektin. Em neçar man serfkirina fatoreyan hefteyekê bisekinînin da ku fatoreyên ceh bihên serfkirin.

Ji ber wê jî serfkirina fatoreyên genim dereng ma û ev bû sedema nerazîbûnê li çem hindek çotkaran".

Rêveberîya xweser 4 roj di hefteyê de diyar kirine ji bo xerckirina fatorên cotkaran, her wiha nirxê genim jî bi 17 sentan dikire.

Hêjayî bibîrxistinê yeku rêvebirya xwesr rê li ber rêjîmê girt derbarê wergirtina berhemên çandiniyê ji genim û ceh. Herwisa piştî gengeşeykê nirxê genim bi qasî 17 sentan hate destnîşankirin.

Rêveberîyê li bere li gor pêdivîyên herêmê îsal 500 hezar ton berhemê dexl û dan werbigre .

please wait

No media source currently available

0:00 0:02:12 0:00


XS
SM
MD
LG