Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêveberiya Xweser Biryara Bilindkirina Nirxê Sûtemeniyê Betal Dike


Protestoyên Qamîşlo jiber buhabûna sûtemeniyê

Birîyara rêvebirîya xweser ya bilinkiirna nirxê sûtemenîyê li rastî nerazîbûna niştecihên bakûrê sûrîyê hat.

Di encama çalakîyên pirotosteyî dijî birîyarê rêvebirîya xweser roja çarşemê piştî encamdana civînekê têde birîyara 123 hat dayîn ku birîyara betalkirina birîyara 119 an e, ya buhkakirina sûtemenîyê dabû.

Di biryara betalkirinê de hatiye gotin "Biryara hejmara 119 a di 17ê Gulana 2021an têkildarî bilindkirina nirxê madeyên sûtemeniyê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatiye derxistin, betal dibe."

Herwiha li gor biryara nû "heta ku biryarek nû derdikeve an guhertin tê çêkirin, dê li gorî nirxên beriya derketina biryara 119, serederî bê kirin."

berpisê Sûtemeniyê li bakur û rojhilatê Sûriyê Sadiq Mihemed di daxuyanîyek taybet de bo Dengê Amarîka got ew ji birîyarê vekişîyan li gorî daxwaza gelên bakûrê Sûrîyê.

Ew dibêje "Li ser şîrov kirina Biryara 119, ku ji hêla rêveberiya xweser ve roja Çarşemê derket, ku zêdebûna bihayên sûtemeniyê destnîşan kir. Dixwazim bêjim, di encama rawestandina hinardina Petrolê de, her wiha zêdebûna bihayê lêçûnên hilberîna sûtemeniyê û bo zêdebûna piştgiriyê ji bo aboriya rêveberiyê, ji ber ku aboriya rêveberiyê bi dahatiyên hinardina Petrolê û Sûtemeniyê ve girêdayî ye ji ber vê biryara 119 hat derxistin.

Lê ji ber rewşa aborî ya hemwelatiyan û nerazîbûna wan derbarê vê biryarê de, rêveberiya xweser biryar da ku biryara paşve bikişîne û ji bo demek din paşde xist.

Rêveberiya xweser ji gele, ji ber vê yekê her biryarek ku ne li gorî berjewendiya giştî be ji hêla rêveberiyê ve tê paşve xistin da ku daxwaziya hemwelatiyan pêk bîne."

Brîyara êveberîya xweser ya bilinkirina nirxê sûtemenîyê bi rêjeyên navbera 100-300% li rastî nerzaîbûnê ve hat, li sernaserî bajar û bajarokên bakûrê sûrîyê mangirtin, û girtina bazaran û derketina xwepêşandanan gelên bakûrê sûrîyê birîyar ret kirin.

Di encam de, roja çarşemê rêvebirîya xweser ji birîyarê vekişîya û dê sûtemenî wek nirxê berê bimîne.

Piştî betalkirina birîyara buhabûnê bazarên bajaran vegerîyan rewşa xwe ya normal.

please wait

No media source currently available

0:00 0:02:34 0:00

XS
SM
MD
LG