Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêvebirîya Xweser Mûçeyan % 35 Zêde Dike


Rêvebirîya Xweser ya Bakur û Rojhilata Sûrîyê di belevokeke niviskî de biryara zêdebûna mûçeyên karmendên xwe ji bîragiştî re ragihand û li gor belevokê ji sedî 35 mûçe zêde bûn .

Dengê Amerîka nêrîna hin karmendên rêveberê li Kobanê girtin .

Idrîs Mihemed karmendê şaredarîya Kobanê ye û mûçe yê wî berî zêde bûnê 233 hezar leyreyên Sûrî bû û niha piştê zêde bûn dibe 300 hezar , Idrîs dîyar dike ku mûçe yê wî têrê nake , û dibêje : malbatek li Kobanê herî kêm 600 hezar leyre jêra pêwîste ku debara jîyana xwe bike .

Şervan Muslim ku ew jî di sazîyên Rêvebirîya Kobanê de kar dike birîyara zêde bûnê baş dibîne , û baldikşîne ser rewşa Sûrîyê bi giştî, ku li gor wî herêma Rêvebirîya Xweser ya Bakur û Rojhilata Sûrîyê jibo jîyana mirovan ya herî baş e.

Şervan zehmetî û astengîyên aborî bi daketina nirxê Leyre ya Sûrî li hember dolar de girê dide , û dîyar dike ku bihabûna pêdvîyan bi dolar de têkildar e, ew jî gelek astengîyan jibo karmendan peyda dike .

Hêjaye gotinê ye ku bi hezaran karmend di sazîyên Rêvebirîya Xweser de kar dikin û mûçeyên xwe bi lîreyên Sûrî werdigrin , lê jiber rewşa şer û cezayên li ser rêjîmê nirxê lîre ne sabîte , ew jî gelek alozîyan derdixe holê .

Ev zêdebûna tê piştî daketina nirxê leyreya Sûrî li hamer diravên bîyanî ,ku nirxê yek dolarê Amerîkî di meha Adara derbas bûyî de bo cara yekê di dîroka Sûrî aborî de gihişt pênc hezar leyreyê Sûrî,ku ev jî bandora xwe ye berevacî li ser rewşa jîyanê bi giştî kir .

Zêdekirina mûçeyê karmendên Rêvebirîya Xweser tê ji kêmkirina cûdahîya di navbera mûçeyê karmendan û hêza kirînê ya lîyreya Sûrî û bihayê kelûpelan û hewceyên rojane ku bi diravên bîyanî ji derva tên .

Li gor çavdêrên aborî ku zêdekirina mûçeyê karmendan Rêvebirîya xweser tê jibo kêmkirina bandora zagûna Sîzer ku bandora xwe ye neyînî li tevahî xaknîgarîya Sûrîyê heye.

Hêjayî balkişandinê ye ku ev bû kêmî salekê ye du carin ku Rêvebirîya Xweser mûçeyê karmendên xwe zêde dike ,ku di 18 meha Poşpera borî de Rêvebirîya Xweser mûçeyê karmendên xwe 150% zêde kir,ku hevserokê Rêvebirîya Xweser Ebid Mihbaş ji Dengê Amerîka re ragihandibû :Ku her nirxê leyreya Sûrî li hamber diravên bîyanî dakeve ewê mûçeyê karmendên xwe zêde bikin.

Raporta Reqa 18 04 2021
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:24 0:00

XS
SM
MD
LG