Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Duyemîn Salvegera Damezirandinê Pîroz Dike


Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê li bîranîna Duyê ya damezirandina xwe daxwyaniyek bo raya giştî weşanda di ragihandinê da tê hat gotin ku Rêveberiyê ji destpka şer û aloziyên Sûriyê hewil daye vîna wekhevî û nehiştina nehezî yê di nava pêkhateyên Sûrî da nehêle û di şerê li dij DAIŞê û grûbên tundrê berdêlên mezin dane û gelek herêmên weke Minbic, Reqa û ciyên din ji çekdarên DAIŞê paqij kirine

Daxuyanî weha ye: "Rêveberiya Xweser berhema berxwedaniya aştiyane ya demoqiratîk ya pêkhateyên gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji destpêka aloziya Sûriyê ye.

Herwiha di beşekî din yê daxuyaniyê da hatiye "Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê di heyama du salên borî de û piştî rizgarkirina navçeyên fereh ji Rêxistina DAIŞê û tevlîbûna Reqa, Dêrezor ,Tebqa û Minbicê hewla avakirina vîna civakî kir, ji ber pêwistiya zêde ji aliyê xizmetguzarî ,civakî û siyasî û parastina destkeftên ji destê terorê derxistî.

Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji du salan de kar dike ji bo bicihanîna daxwazên pêkhateyan û gelê navçeyê,ku roleke xwe ya dîrokî hebû ji bo rawestandina li pêş terorê û karê xwe yê berdewam ji bo pêşkêşkirina rêveberiyeke demoqiratîk yekane bê ku tu bandora xwe li ser yekbûna xaknîgarî û civakî ya Sûriyê hebe ,herwiha xebata xwe ji bo dîtina çareseriyeke demoqiratîk ji aloziya Sûriyê re ji bo hemû rengên gelê Sûriyê .

Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rewşa Sûrî giştî bandor dibe ,û tevî sizeyên aborî û rewşa Sûrî bi giştî û dorpêçkirina taybet li ser navçeyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hewlên berdewam ji aliyê Tirkiyê de ji bo rûxandina Rêveberiya xweser û tunekirina wê ji aliyê siyasî de,Rêveberiya xweser bi hêz pêdiviyên xizmetguzariyê û yên pêwist ji navçeya Bakur û Rojhilatê Sûriyê re pêşkêş dike herwiha bi hêz li pêş hewlên tunekirina wê ji aliyê siyasî û leşkerî de rawestiya .

Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hêz û bi îmkaniyên heyî li pêş Veyrûsa Covîd-19 rawestiya û bi hemû awayan kar kir ji bo kêmkirina belavbûna veyrûsa Korona û hişyarkirina civakê ji bo xwe biparêzin .

Bi van dijwarî û zehmetiyan re ev destkeftiyên dîrokî hatin bidestxistin û ev dijwarî hîn jî mezin û domdarin ,û ji bo parastina yekrêziya civaka me û yekbûna pêkhateyan û sekinandina li pêş pilanên derva ku vîna gelê me armanc dikin û ji bo garantîkirina û domandina rewşa ewle û pêşkêşkirina xizmetguzariyan em di salvegera duyemîn ya damezirandina Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê de bangewazî li hemû gelê xwe li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Sûriyê bi tevahî dikin ku pişgiriya xwe ji bo Rêveberiya Xweser ,saziyên ewlehiyê,Hêzên Sûriya Demoqiratîk,Hêzên Ewlehiya Hindirîn û hemû saziyên xizmetguzariyê û civakî re bidomînin .

Di vê bonyê de em soz didin gelê xwe ji bo domandina xebata xwe ya demoqiratîk,siyasî û civakî ji bo parastina vê pirojê,herwiha em kar bikin ji bo sekinandina li ser şaşiyên du salên borî hatî kirin, û soza bidestxistina maf û vîna gelê didin, herwiha soza rizgarkirina Efrîn,Serê kaniyê,Girê Sipî û hemû navçeyên dagîrkirî li Sûriyê didin û garantîna vegera koçberan bi rûmet û gihiştina Sûriyeke yek ax ,aram û demoqiratîk temsîla vîna hemî Sûriyan dike.

Ji hejî bîrxistinê ye ku hin alîyên Kurd yên weke Encûmena Niştîmanî ya Kurdên Sûriyê "ENKS" gilî û rexneyan li Rêveberiya Xweser dikin û wan bi yekalî biryardan û ferizkirina baladestiya bi rêya hêzê li ser herêmê û aliyên din yên siyasî feriz dikin, jibo nêzîk bûna aliyên Kurdî li Sûriyê hin berpirsên Amerîkî hewildan kirine.

Di meha borî da hewildan hebûn bo nêzîkbûna aliyên Kurd li Sûriyê lê ew civîn demeke nehatine berdewam kirin, berpirsên Kurd didin zanîn ku jiber rewşa vîrusa korona hevdîtinên dualî pêk nayên.

XS
SM
MD
LG