Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Malbatên Girtîyên Nûnertîya Rêvebirîya Xweser li Herêma Kurdistanê Banga Berdanê Dikin


Girtîyên li Hewlêrê

Rêvebirîya Xweser û Partîya Yekîtîya Demokratîk (PYD) di 10’ê Hezîranê de ragihandibû ku du Endamên PYD’ê û nûnerê Rêvebirîya Xweser Cîhad Hesen, Mistefa Osman Xelîl û Mistefa Ezîz Mistê li Firîngeha Hewlêrê ji alîyê hêzên ewlekarîyê ve hatin girtin.

Malbatên her sê girtîyan ji Dengê Amarîka re got ku heya niha ti hevdîtin bi wan kesan re pêk nehatiye.

Edîla Ebdulah, hevjîna Mistefa Xelîl got ku Asayîşa Hewlêrê ji wan re piştrast kir ku hevjîna wê û du kesên din li wir girtî ne.

Ebdulah got ku destûr nehat dayîn ku ew hevjînê xwe bibîne.

Malbatên girtîyan bi rêya Dengê Amerîka bang li seroktîya Herêma Kurdistanê kirin ku kesên girtî werin berdan.

Li alîyekî din, PYD ji hikûmeta Herêma Kurdistanê xwest ku demûdest rewşa girtîyên PYD’ê û Rêvebirîya Xweser dîyar bike.

Berdevka PYD’ê Sema Begdaş got ku wan di derbarê girtina hevalên xwe de heta niha ti bersîv ji alîyê hikûmeta Herêma Kurdistanê negirtiye.

Begdaş dîyar kir ku endamên wan bi awayekî fermî karê dîplomasî li Herêma Kurdistana Îraqê dikirin û girtina wan ya bê sedem cîhê gumanê ye.

please wait

No media source currently available

0:00 0:02:41 0:00

XS
SM
MD
LG