Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Belavbûna Cureya Delta Rêwîtîya Esmanî li Amerîka Careke Din Kêm Dike


Çend kompanîyên hêlên esmanî yên Amerîkî îro Pêncşemê hişyarî da ku asta firotina bîletan hatiye xwarê, di vê demê de ku cureya delta ji vîrusa koronayê gefeyê li başbûna bazara geştên esmanî dike.

Kompanîya American Airlines pêşbînî dike ku dahatîya wê ya çarîka sêyê ji salê bi rêjeya % 24 hember heman demê ya sala 2019ê dakeve. Fîrmayê berê texmîn kiribû ku dahata wê bi rêjeya % 20 were xwarê.

American Airlines, ku mezintirîn kompanîya hêla esmanî ya cîhanê ye, got ku cureya delta sedema daketina asta firotina bîletan di meha Tebaxê de bû.

“Ev lawazî di meha Îlonê de jî berdewam kiriye û bûye sedem ku rêjeya giştî ya firotina bîletan were xwarê,” daxuyanîya American Airlines got.

Kompanîyên esmanerîyê hêvî dikirin ku karê wan careke din baştir bibe, piştî ku geştên navnetewî hatibûn rawestandin. Lê, belavbûna cureya delta ya vîrusê dîsa rê li ber wê hêvîyê girt.

Rêvebirîya Ewlekarîya Veguhestinê ya Amerîka (TSA) vê mehê got ku di 31’ê Tebaxê de 1.3 mîlyon rêwî hatin kontrol kirin ku ev jî rêjeya rojana ya herî kêm ya ji 11’ê Gulanê vir ve bû.

Kompanîya United Airlines çaverê dike ku dahata wê di çarîka sêyê ya salê de bi rêjeya herî kêm % 28 nizimtir be.

Şîrketa Delta jî dibêje ku dahata wê di vê demê de ji pêşbînîyên wê dê her kêmtir be. JetBlue Airways jî dîyar dike ku dahata wê di navbera 6-9% dê were xwarê.

Lê , hêlên esmanî geşbîn in ku karê wan wê bi hatina bînvedana sersalê dîs baştir bibe.

XS
SM
MD
LG