Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêzan Bekir: Xuristiya Efrînê Çavê Min Zengên Kir


Xuristiya Efrînê herêma Çîyayê Kurmênc bi ciwanî û zengîniya xwe, ku her rengên xwezayê tê de heye, naskirî ye.

Di her werzekî salê de kirasekî xelamilandî bi ser bedena xwe de ber dide, jiber wê jî wê gelek hunermendên hêja pêşkêşî jiyanê kiriye.

Rêzan Bekir yek ji wan hunermendan e ku bi rêka kamerayê, wê ciwaniyê û bandorê careke din dafirîne.

Rêzan ji malbatek xendevan e û hezkirîyê hunerê ye. Wî xwest ku derhîneriyê bixwîne, lê derfet jê re nebû, lê bi her awayî wî berê xwe da kamerê û ew kir amûra hunera xwe.

Jiber şerê Sûriyê, wî berê xwe da Almanya û ji sala 2014'an li wir bi cih bûye.

Bi dehan klîpên muzîkê ji hunernmendên wek Şivan Perwer û Nîzamettîn Arîç re amade kirine.

Ew hîna bi bawer e ku ciwanî dikare bibe nasnama mirovan û bi hunerê karê rûyê cîhanê biguhere...

Ew dibêje ku êşa Efrînê nayê ji bîr kirin, lê bi ciwaniya wê ew dikarin wê sax û zindî bihêlin.

please wait

No media source currently available

0:00 0:17:34 0:00

XS
SM
MD
LG