Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dadgehkirina Împîçkirina Serok Trump Îro Destpê Dike


Demokrat îro Sêşemê rexneyên giran li Komarîyên Civata Senatoran dikin ku naxwazin dîdevanên nû di rûniştinên darizandina împîçmintê de cîh bigirin.

Serokê Kêmanîya Demokrat yê Civata Senatoran Chuck Schumer ji CNN re got ku nehêlana dîdevan û delîlên nû dê peyvajoyê dadgehkirinê pûç bike.

Serokê Piranîya Komarî Mitch McConnell roja Duşemê rêbazên dadgehkirinê eşkere kiribû û gotibû ku ewe darizandineke lêzûbez bikin.

Li gor pêşnîyara McConnell dozgerên Demokratên li Civata Nûneran û parêzerên Trump wê xwedîyê 48 seetan bin û herî zêde di nav çar rojan de gotinên xwe pêşkêş bikin.

Demokrat di xemê de ne ku pêşnîyara McConnell dê rê li ber Komarîyan veke ku ji senatoran bixwazin ku tawanên dijî Trump red bikin û dawî li dadgehkirina wî bînin.

Li ber e peyvajoya dadgehkirina Trump ya li Civata Senatoran îro paşnîvro destpê bike û her heftê ji Duşemê heta Şemîyê berdewam bike û heta destpêka meha Şubatê bidome.

Civata Nûneran ya ameîrka ser ‘’bi xirabî karanîna desthilatê’’ û ‘’astengkirina Kongresê’’ împîçkirina Trump pejirandibû.

Tîma hiqûqê ya Trump dibêje ku di Qanûna Bingehîn de bo împîçkirina serokekî, tawaneke wek ‘’bi xirabî karanîna desthilatê’’ tuneye.

Parêzaran da zanîn ku Trump dema bi Serokê Ukrayna Vladimir Zelenskiy re axifîye tiştekî şaş nekiriye. Wan bang li Civata Senatoran kiribû ku xalên împîçkirinê demûdest red bikin.

XS
SM
MD
LG