Qanûndanêrên Amerîkî îro Çarşemê di rûniştineke hevpar ya Kongresê de civîn ku dengên Desteya Hilbijêran bihejmerin û seroktîya Joe Biden erê bikin.
Piştî ku dengên Desteya Hilbijêran yên jibo eyaleta Arizona hate xwendin endamên wê istanê yên li Civata Senatoran û Civata Nûneran dijberîya xwe ji wê re ragihandin.
Cîgirê Serokê Amerîka Mike Pence, ku seroktîya rûniştina hevbeş dike, navbera da rûniştinê ku îtîraz di her di civatan de were nirxandin.