Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ukrayna Dibêje Rûsya di Êrîşên Xwe de Dronên Îranî Dixebitîne


Karbidestên Ukraynî îro Înê ragihand ku hejmara kuştîyên êrîşa mûçekî ya Rûsî ya hember xanîyekî bala giheştîye 11 kesan.

Rêvebirîya Xizmetên Awarte yên Ukraynî jî ragihand ku hejmara qurbanîyên êrîşa Rûsî ya roja Pêncşemê, ku bi mûşeka S-300 hatibû kirin, giheşt 11 kesan û 21 kesên din jî bi bin kavil û bermayîyên xanîyên hilweşandî de bi saxî hatine derxistin.

Karbidestan da zanîn ku di êrîşa li Zaporizhzhia ya başûrê welêt de cara yekê dronên bombebarkirî jî hatine xebitandin.

Pispor bal dikşînin ku bi destberdana herêmên bin kontrola xwe, li başûr û rojhilata Ukrayna, Rûsya niha dronên ku Îranê çêkirine dijî armancên Ukraynî bi awayekî berfireh bi kar tîne.

Dronên bêmirov yên “kamikaze” ne gelek pêşketî ne, lê erzantir in û bi zelalî tê dîtin ku ew dron li qada şer bi karîgerî dixebitin.

Rêvebirê xwecîhî yê Zaporizhzhia, Oleksandr Starukh got ku cara yekê dronên Îranî yên bi navê Şahîd-136 hatine xebitandin û wan zarar dane du navendên binesazî yên li Zaporizhzhia.

Starukh herwiha dîyar kir ku di êrîşa Rûsan de kesek birîndar bû.

Wezareta Berevanî ya Brîtanî jî îro ragihand ku hêzên Ukraynî ji destpêkirina şer vir ve herî kêm 440 tank û nêzî 650 maşîneyên zirxîn bi dest xistine.

XS
SM
MD
LG