Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya Dibêje ku Ewê Dijî Toleyên YE Berevanîya Belarûsê Bike


Wezareta Derve ya Rûsya îro Duşemê ragihand ku ger Yekîtîya Ewrupa li dijî Belarûsê ragihîne, ewê berevanîya wî welatî bike.

"Ger Yekîtîya Ewrupa jiber girtina blogvanê rikeber yê Belarûsî Roman Protasevich toleyên aborî li dijî Belarûsê ragihîne, emê bergirîya wî welatî bikin,” karbidestekî wezaretê ji ajansa RIA ya Rûsî re got.

Gelek welatên Ewrupî firînên ji Belarûsê re qedexe kirine, piştî ku hikûmeta wî welatî di 23'yê Gulanê de firokeke Ryanair mecbûr kiribû ku li Mînskê danîbû erdê.

Firoka Ryanair ji Lîtvanya diçû Yunanistanê û di nava wê de Protasevich jî hebû ku wek rexnegirekî tund yê desthilata Belarûsê tê zanîn.

XS
SM
MD
LG