Rûsya îro Sêşemê ragihand ku hêzên wê yên aştîparêz, wek beşeke peymana sekinandina şer, li herêma Nagorno-Qarabax, di nava hêzên Ermenî û Azerî de hatine cîh kirin.
Moskowê dîyar kir ku hêzên Rûsî wê bi kêmî ve jibo pênc salan li herêmê bimînin.
Serokê Rûsî Putin got ku hêzên wan dê li seranser enîya şer ya Nagorno-Qarabax û li korîdoreke navbera wê herêmê û Ermenisanê bi cîh bin.
Wezareta Berevanî ya Rûsî da zanîn ku nêzî 2,000 leşker, 90 hilgirên personel yên zirxîn û 380 maşîne û alavên din yên leşkerî ji herêma Nagorno-Qarabax re hatine şandin.
Li gor peymana sekinandina şer, Azerbaycanê deverên ku bi dest xistine, di bin kontrola xwe de bihêle ku di nav wan deveran de bajarê duyê Şuşa jî heye ku Ermenî wek Şuşî bi nav dikin.