Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya Dibêje 300 Polîsên Leşkerî yên Din Giheştin Sûrîyê


Wezareta Berevanî ya Rûsya îro Înê ragihand ku li gor peymana navbar Moskowê û Enqerê, nêzî 300 polîsên leşkerî yên din giheştine Sûrîyê.

Polîsên leşkerî jî herêma Çeçenistanê ya başûrê Sûrîyê hatin şandin ku nobedarî li herêmên sînor bikin û alîkarîya vekişîna hêzên Kurdan ya ji 30 km dûrî tixûbê Sûrîyê û Tirkîyê bikin.

Rûsya ragihand ku plana aştîyê bê pirsgirîkan berdewam dike û agirbest jî baş dimeşe û HSDê jî ragihand ku hêzên wê bi temamî ji herêma sînor vekişîne.

XS
SM
MD
LG