Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya Dijberîya Operasyoneke Nû ya Tirkîyê li Sûrîyê Dike


Igor Konashenkov

Rûsya îro Sêşemê ragihand ku ew bi daxuyanîya Tirkîyê ya operasyoneke nû li bakurê Sûrîyê matmayî maye û bi wê yekê nerazî bûye.

Berdevikê Wezareta Berevanî ya Rûsya, General Igor Konashenkov da zanîn ku gaveke yekalî ji hêla Tirkîyê ve dikare herêmê bêîstiqrar bike.

Bi sipasîya jimareke tedbîrên ji hêla Federasyona Rûsya ve, îstiqrara li herêmê pêkan bû,“ Konashenkov got.

Wî rexne li daxuyanîya Wezîr Derve yê Tirkîyê Mevlut Çavuşoglu girt ku do Duşemê gefa operasyoneke nû li hember Kurdên Sûrîyê kiribû.

“Daxwaza operasyonê ya Çavuşoglu wê tenê alozîya heyî ya li bakurê Sûrîyê kûrtir bike û rêketina serokên Rûsya û Tirkîyê têxe rewişeke nedîyar,” Konashenkov bi berdewamî got.

Wî nerazîbûna xwe bi daxuyanîya Tirkîyê dîyar kir û got ku Rûsya hemî berpirsîyên xwe bi temamî bi cîh tîne.

Çavuşoglu gotibû ku ewê operasyoneke nû li bakurê Sûrîyê bikin jiber ku YPG bi temamî ji wê herêmê nekişaye.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG