Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya Dibêje Doza Navalny Dikare Zararê Bide Hevkarîya bi YE re


Ajansa Reutersê ji zarê wezareta derve ya Rûsî ragihand doza rêberê opozîsyonê Aleksei Navalny dikare zararê bide hevkarîya sibêroja ya navbera Moskowê û Yekîtîya Ewrupa.

Serokê Rûsî Vladimir Putin demeke zûtir ya îro Çarşemê di civîna onlaynî ya Foruma Aborî ya Cîhanê de banga pirtir dîyalogê kiribû.

Putin gotibû ku divê Rûsya û Yekîtîya Ewrupa rojeva xwe pirtir pozîtîf bikin û hewil bidin ku peywendîyên xwe baştir bikin.

Putin hişyarî dabû ku pêkan e ku asta bazirganîya navbera her du alîyan nizimtir be.

XS
SM
MD
LG