Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya Îdia Dike ku Yekîneyeke Mezin ya Ukraynî Hatiye Tune Kirin


sîvîlên Ukraynî ji îstasyona Pokrovskê ya rojhilata welêt ber bi herêmên ewle direvin (Gulan 22, 2022)
sîvîlên Ukraynî ji îstasyona Pokrovskê ya rojhilata welêt ber bi herêmên ewle direvin (Gulan 22, 2022)

Artêşa Rûsî îro Pêncşemê ragihand ku yekîneyeke mezin ya Ukraynî ya bi cebilxaneyan li îstasyoneke trenê ya li rojhilat hate wêran kirin.

Berdevikê Wezareta Berevanî ya Rûsya General Igor Konashenkov got ku firokên şer yên Rûsya êrîş birine ser îstasyoneke trenê ya li Pokrovskê, dema ku yekîneyeke mezin yên hêzên Ukraynî ji trenan peya dibûn.

"Artêşa Rûsya navenda îstixbarata elektronîk ya Ukrayna li Dniprovske ya li başûrê herêma Mykolaiv hilweşand û 11 leşkerên Ukraynî û 15 pisporên bîyanî hatine kuştin," Konashenkov herwiha ragihand.

Wî dîyar kir ku hêzên esmanî yên Rûsî di nava 24 saetên dawî de 48 leşker û navendên çekan û 2 depoyên cebilxaneyan ya Ukrayna xistine.

Konashenkov herwiha got ku li heremên din ya li Ukrayna, zêdetirî 500 armancên Ukraynî di nav de navendên kombûna leşkeran û çeperên topan jî bi topbaranan hatine wêran kirin .

Daxuyanîyên Konashenkov heta niha ji hêla çavkanîyên serbixwe nehatine piştrast kirin.

XS
SM
MD
LG