Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Bang li Rûsya Dike ku Dev ji 'Reftarên Bêpirsyarî' li Sûriyê Berde


US Secretary of Defense Lloyd Austin attends a press conference at Queensland Government House in Brisbane on July 29, 2023. (Photo by Pat Hoelscher / AFP)
US Secretary of Defense Lloyd Austin attends a press conference at Queensland Government House in Brisbane on July 29, 2023. (Photo by Pat Hoelscher / AFP)

Wezîrê Berevaniya Amerîka Lloyd Austin roja Şemiyê bang li Rûsyayê kir ku pabendî yaseyên navnetewî yên esmanî be û dev ji "reftarên bêpirsyar" berde.


Austin ev gotin kir dema ku jê hate pirsîn derbarê êrîşên Rûsyayê li ser firokên bêfirokevan yên Amerîkî li Sûriyê.

Artêşa Amerîkî got ku droneke Amerîkî ji cûra MQ-9 li ser esmanê Sûrî "bi tundî" ziyanek mezin gihiştiyê ji ber êrîşa firokeyeke leşkerî ya Rûsî di destpêka vê hefteyê de, ku ev rûdawa herî dawî bû di rêza girjeyên nêzîk de di navbera firokeyên leşkerî yên Rûsî û Amerîkî li Sûriyê.

Austin di konfiransa rojnamegeriyê de li Australya bersiv da li ser vê bûyerê û got:"Em bang li serkirdayetiya Rûsî dikin ku piştrast bin ku ew rêbernameyan didin leşkerên xwe da ku li gorî yaseyên girêdayî esmanan tevgerê bikin û piştrast bikin jî ku ew dev ji van reftarên bêpirsyar berdin,",

Austin û Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken ji bo civîna salane ya giftûgoyên wezîrên Australya-Amerîka li Brisbane, Australya ne.

XS
SM
MD
LG