Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Raport: Şerê Rûsya li Ukrayna Ekonomîya Wê Lawaz Dike


Cyprus Russia Ukraine War
Cyprus Russia Ukraine War

Enstîtuya Darayî Navnetewî (Institute of International Finance) îro Çarşemê ragihand ku ekonomîya Rûsya di nava vê sale de wê % 15 biçûktir bibe û desketinên ku di 15 salên dawî wê peyda kirine, wê hinda bike.

Enstîtuya Darayî Navnetewî bal kişand ku şerê Rûsya yê li Ukrayna bandoreke neyênî li aborîya wî welatê dike.

“Xurtmayîna dirava Rûsî ruble bû alîkar ku Rûsya heta astekê xwe ji bandora xurt ya toleyên navnetewî biprêze. Firotinên xurt yên neft û gaza xwezayî û herwiha biryara Banka Nevendî ya Rûsî ya bilindkirina asta faîzê û kontrolkirina sermayê ku dirava Rûsî ji welêt dernekeve, faktorên serekî ne,” Enstîtuya Darayî Navnetewî bi berdewamî got.

Serokê Rûsya Vladimir Putin hefteya çûyî gotibû ku rêjeya bêkarî û enflasyonê nizim dibin û dubare kiribû ku tevî toleyên Rojavayî, ew bi serketî dibin.

XS
SM
MD
LG