Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Firoka Cengê Ya Rûsî li Sûryê Dikeve


Firoka Sukhoi Su-30 ya Rûsî

Wezareta berevaniya Rûsî ragihand ku Pênşemê firoka cengê ya Rûsî ji cûrê Su-30 ketiye xwar û herdu ajovanên firokê jiyana xwe ji dest da.

Daxuyaniya wezareta berevaniya ku, di mediya Rûsî de hatiye weşandan dide zanîn ku firoke ketiye di ava derya Spî ya naverast de piştî demek kurt dema ji bingeha esmanî ya Hmeimim rabûyî.

Hat zanîn ku, li gor pêzanînên destpêkê firoke rastî êrîşê nehatiye, dibe ku ji kar ketina yek ji motorên firîna firokê sedema ketinê be.

Hêzên esmanî yên Rûsî, sala 2015an bo piştevaniya rejima Beşar al-Assad tevlî şerên li Sûriyê bûne.

XS
SM
MD
LG