Karbidestên Ukraynî ragihand ku hêzên Rûsî, piştî çend hefteyan cara yekê êrîşeke mûşekî li ser paytext Kîevê pêk anî û devera Chernihiv kir armanc.
Karbidestê payebilind ya Ukraynî Oleksii Hromov ji AP re got ku Rûsan di êrîşê de 6 roket xebitandin ku ji Derya Reş hatine avêtin û yekîneyeke leşkerî ya li gundê Liutizh ya dervayê paytext dist.
“Di êrîşê de avahîyek hilweşî û du avahîyên din jî zarar dîtin, lê hêzên me li bajarokê Bucha mûşekeke Rûsî gêr kir,” Hromov got.
Walîyê herêma Kîevê Oleksiy Kuleba jî ragihand ku di êrîşa Rşsya de 15 kes hatin birîndar kirin ku 5 ji wan sîvîl in.
Kuleba got ku êrîşa îro bi Roja Dewletbûnê ve girêdayî ye ku Serokê Ukraynî sala borî biryara wê yekê dabû û ew cejin cara îro Pêncşemê tê pîroz kirin.
Karbidestên Ukraynî got ku Rûsya bi êrîşa îro dixwaze tola xwe ji wna rake ku ew dijî Kremlînê disekinin.
Karbidestan herwiha ragihand ku hêzên Ukraynî dest bi operasyoneke nû kiriye ku li herêma Kherson ya başûrê welêt ji destê Rûsan derxînin.