Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya Fermana Derkirina Dîplomatên Sê Welatên Baltîk Û Slovakya Dide


Rûsya biryar da ku komeke dîplomatan ku 7 kesin ji 3 welatên Baltîk û Slovakya ji welatê xwe derbixe, li hember ku wan welatan jî karmendên balyozxana Rûsya derxistine.

Wezareta Derve ya Rûsya Çarşemê bangî balyozên sê welatên Baltîk û Slovakya kirîye û ferman daye wan ku 3 dîplomatên Slovakî, 2 dîplomat ji Litwanya, 1 ji Estonya û 1 ji Lativya di maweyê hefteyekê de ji Moskow derkevin.

Şerê dîplomasî di navbera Rûsya û gelek welatên Yekîtiya Ewrupa dom dike, ku vê mehê hatbû destpêkirin piştî ku welatê Çek 10an dîplomatên Rûs jiber desthebûna gomankirî ya ligel peqîna ceblixanekê li sala 2014ê.

Hefteya borî, Lîtwanya, Estonya, Lativya û Slovakya biryara derkirina dîplomatên Rûs dabû weke piştevanîya hikûmeta Prag.

Roja Çarşemê di daxuyaniya Rûsya ya tolhildana ji wan welatan, wezarta derve ya Rûsya got ku hersê welatên Baltîk "Rêbazeke dojminkarî ya eşkere" li hember Moskow wergirtiye li jêr perdeya "Hevkariyek sexte" ya bi Pragê re.

Hersê welat, Estonya, Lîtwanya û Latîviya komarên Yekîtiya Soveyeta Berê bûn, berî 30 salan ji Rûsya cûda bûn û li sala 2004ê ketine di nava Yekîtiya Ewrupa û hevpeymaniya NATO yê de . Ew welat rexnegirên herî li pêş yên Kremlinê ne.

Slovakya hefteya borî weke hevakrî bi Pragê re 3 dîplomatên Rûs derkir bûn. Îro Çarşemê Rûsya jî fermana derkirina 3 dîplomatên Slovakya da û divê di hefteyekê de Moskow bicih bihêlin.

Rûsya gotiye tevgeriyana Slovakya ziyan gihandeye "Têkiliyên kevin yên dostane" yên di navbera herdu welatan de.

Destpêka vê mehê Polonya jî 3 dîplomatên Rûs derkir bûn jibo diyarkirina piştevanya xwe ya bi Amerîka re, ku berê 10 dîplomatên Rûs derkir bûn, weke beşek ji sizayên li dij Rûsya jibo destxistina Rûsya ya nav hilbijartinên serokatiya Amerîka yên 2020ê û hakkirina ajansa Amerîkî ya Enerjiya Rojê.

Moskow jî weke bersivadana pêngava Polonya li ser riya Amerîka hefteya borî fermana derkirina 5 dîplomatên Polonî dabû.

XS
SM
MD
LG