Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Ketina Firokekê de 28 Kes li Rûsya Hatine Kuştin


Firokeke Antonov An-26 li herêma Petropavlovsk-Kamchatsk

Ajansa RIA ya dewleta Rûsya îro Sêşemê ragihand ku firokek li nîvgirava Kamchatka ya rojhilata dûr ya Rûsyayê ketiye deryayê.

Ajansê ragihand ku di nava firokê de 28 kes hebûn û bûyer dema ku pîlot xwe jibo daketinê amade dikir, qewimî.

Ajansên nûçeyan yên Rûsî ji zarên karbidestên rizgarkirinê ragihandin ku ti kes bi saxî nefilitîye.

Wezareta karên awarte ya Rûsyayê da zanîn ku firokê bi du motoran ya bi navê Antonov An-26, dema ji paytexta herêmê Petropavlovsk-Kamchatsky diçû herema Palana hinda bûye.

RIA ji zarê sazîya xizmetên awarte ragihand ku gelek keştî jibo xebatên lêgerîn û rizgarkirinê çûne qada ketina firokê.

Wezaretê dîyar kir ku di firokê de 22 rêwî û 6 xebatkar hebûne.

Ajansa TASS ji zarê karbidestên xwecîhî got ku muxtara gund Olga Mokhireva di nav rêwîyan de bûye.

Ajansa nûçeyan ya Interfax jî ji zarê navenda meteorolojîya herêmî got ku hewa li herêmê wê demê ewrayî bû.

Li gor ajansa TASS, firoka ketî di sala 1982'an de hatiye çêkirin.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG