Rûsya îro Duşemê nêzî 16,000 bûyerên nû yên pêketina korona ragihandin ku ew ji destpêbûna pandemîya vir ve hejmara herî bilind ya rojekê ye.
Hikûmeta Rûsî ragihand ku bi 15,982 pêketinên dawî yên piştrastkirî, hejmara giştî ya tûşbûnên korona li wî welatî giheşt 1.4 mîlyonan.
Hêza taybet ya pêşîgirtina hikûmeta Rûsî herwiha ragihahd ku heta niha 24,300 kes jiber korona jîyanên xwe hinda kirine.
Karbidestên Rûsî di dema havînê de tedbîrên pêşîgir yên hember vîrusa korona rakiribûn û gotibûn ku go plana wan tuneye ku hember pêla duyê ya vîrusê tedbîrên nû deynin.