Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya û Serokê Cuntaya Myanmar Soza Xurtkirina Peywendîyan Didin


Nîkolaî Patrushev, wezîrê Civata Ewlekarî ya Rûsya
Nîkolaî Patrushev, wezîrê Civata Ewlekarî ya Rûsya

Nîkolaî Patrushev, wezîrê Civata Ewlekarî ya Rûsya û serokê cuntaya Myanmar îro Duşemê li Moskowê hewditîneke pêk anîn.

Nîkolaî Patrushev û General Min Aung Hlain bi armanca pirtir xurtkirina ewlehî û peywendîyên di navbera her du welatan de civyan.

Serokê cuntaya Myanmarê, General Min Aung Hlaing, roja Yekşemê çûbû paytexta Rûsya da ku beşdarî civîneke ewlehîyê bibe.

Ajansa Interfax ji zarê berdevikê Kremlin Dmitry Peskov îro ragihandibû ku serok Vladimir Putin ewê bi Min Aung Hlaing re hevdîtin neke.

Berdevkê Kremlin Dmitry Peskov roja Duşemê zûtir got serok Vladimir Putin dê bi Min Aung Hlaing re hevdîtin neke, Interfax ragihand.

Aktîvîstên mafên mirovan Moskowê bi rewa nîşandayîna cuntaya leşkerî ya Myanmar tawanbar dikin, ku di darbeya 1'ê Sibatê de desthilatdarîya welat kir bin kontrola xwe.

Aktîvîst dibêjin Rûsya bi domandina serdanên dualî û danûstandinên çekan, cuntaya Myanmar rewa dike.

Rûsya dibêje têkilîyeke wê ya dirêj bi Myanmar re heye û di Adarê de ragihand ku ew ji ber zêdebûna hejmara kuştinên sivîlan yên li Myanmar pir xemgîn bûye.

Peywendîyên berevanîyê yên di navbera her du welatan de di van salên dawî de xurtbûn ku Moskow perwerdehîya artêşa Myanmar û bûrsên zanîngehê ji hezaran leşkeran re pêşkeş dike.

Hevdem, Rûsya çekan difroşe artêşa Myanmarê ku jiber tawana hovîtiya dijî sivîlan dijî wê, ji hêla gelek welatên Rojavayî ve tole hatine ragihandin.

Televîzyona MRTV ya dewleta Myanmar 10 hûrdemên pêşîn yê nûçeya xweya şevê veqetand ser rapora serdana Min Aung Hlaing ya Rûsyayê.

MRTV ragihand ku Min Aung Hlaing û Patrushev, hevkarîya her du welatan ya di warê tedbîrên ewlehîyê de, peywendîyên niha yên Myanmar nîqaş kirine û biryar dane ku têkiliyek baş di navbera her du artêşên welatan de bi domînin.

XS
SM
MD
LG