Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya Sîstemên Mûşekan Radestî Cuntaya Myanmar Dike


Dîmeneke ji sîstemên berevanîyê ya mûşekên Rûsya (Arşîv)
Dîmeneke ji sîstemên berevanîyê ya mûşekên Rûsya (Arşîv)

Ajansa nûçeyan ya RIA roja Çarşemê ji zarê Dmîtry Shugayev, berpirsê sazîya Hevkarîya Teknîkî-Leşkerî ragihand ku Rûsya ewê sîstemên berevanîya bi navê mûşekên Pantsir radestî Myanmar bike.

Dmîtry Shugayev yê ku berpirsê çekên Rûsî ye da zanîn ku Myanmar û Rûsyayê di berfanbarê de jibo sîstemên berevanîya Pantsir peyman îmza kiriye Shugayev got, "Emê sîstemên berevanîyê li gor şert û mercên ku di peymanan de hatine destnîşan kirin radest bikin."

Mûşekên Pantsir ku li ser kamyonan têne bicîh kirin, jibo xistina firokan, dronan û mûşekên keştîyan, têne bikar anîn.

Aktîvîstên mafên mirovan, Moskowê bi rewakirina cuntaya li Myanmar ku bi darbeya 1'ê Sibatê de dest da desthilatdarîya welêt, bi domandina serdanên dualî û peymanên çekan, tawanbar dikin.

Rûsya dibêje ku bi Myanmarê re têkilîya wê ya demdirêj û stratejîk heye û ew bawer dike ku karbidest her tiştê ku ji dest wan tê dikin, jibo aramkirina rewşa ku wek rewşekî "pir cidî" bi nav dike.

XS
SM
MD
LG