Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

YE jiber Jahrkirina Navalny Hizra Danîna Toleyên Ser Karbidestên Rûsî Dike


Civîna Wezîrên Derve yên Yekîtîya Ewrupa (YE), (Arşîv)
Civîna Wezîrên Derve yên Yekîtîya Ewrupa (YE), (Arşîv)

Hîn dîplomatên Ewrupî îro Duşemê ji Reutersê re got ku Wezîrên Derve yên Yekîtîya Ewrupa (YE ) piştgirî didin plana Fransa-Almanya ya ragihandina toleyên yên dijî Rûyayê.

Ajansê got ku plana Fransî û Almanî dixwaze ser kesên Rûsî ku guman heye rêberê hevrik Aleksi Navalny bi gaza kîmyayî ya Novichok jahr kirine toleyên deyne.

Dîplomatên YE ji Reuters re got ku di navbera 27 wezîrên karên derve de, bo gelek karbidestên îstîxbarata leşkerî ya GRU ya Rûsî pêşnîyara cezayên cemidandina mal û milk û herwiha qedexeyên rewîtîyê, piştgirîyeke berfireh hene.

Tê çaverê kirin ku pêşnîyara toleyan yekser neyên pejirandin, jiber ku divê belgeyên qanûnî ji hêla pisporên 27 dewletên YE ve werin erê kirin.

Wezîrê Derve yê Almanya Heiko Maas dema ku ew îro hat civînê ragihand ku, nabe ku jahrkirin bê ceza û encam bimîne.

"Fransa û Almanya pêşnîyar dikin ku toleyan bo hin kesên ku di vî warî de ji bala me dikşîne, ragihînin," Maas got, lê wî ti hûrgulî neda.

Berlîn û Parîs pêşnîyara xwe di civîna wezîrên derve yên Yekîtîya Ewrupa de li Luksembûrgê dîyar kirin.

Ew dibêjin ku ji Moskowê di derbarê hebûna gaza qedexekirî ya serdema Sovyetê ya kîmyayî ya bi navê Novichok, ku di laşê Navalny de hate dîtin, ronkirineke pêbawer nedaye.

Hebûna gaza Novichok ya di canê Navalny ji hêla Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyayî (OPCW) ve hatibû piştrast kirin.

Wezîrê Derve yê Avusturya Aleksander Schallenberg, ku welatê wî meyla nêzîkbûna têkilîyên bi Rûsya re dike, got ku nabe ku vegera rewşeke wek her dem hebe û Moskow di derheqê zelalkirina gumanên jahrkirinê de nebûye alîkar.

Hejayî bîrxistinê ye ku Navalny sîyasetvanekî rexnegirê serokê Rûsya Vladimir Putin e, piştî du rojên jahrkirina wî di 22'yê Tebaxê de, jibo dermankirine bi firokekê ji Almanya te hatibû birin.

Navalny bo 32 rojan li nexweşxaneya Charite ya Berlînê hat derman kirin û ew meha borî ji nexweşxanê hatibû derxistin.

XS
SM
MD
LG