Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya li Reqa Bingeha Berê ya Amerîkîyan Dixe Bin Kontrola Xwe


Leşkerên Rûsî li bakurê Sûrîyê (Arşîv)

Ajansa Reuters ragihand ku artêşa Rûsî bingeheke leşkerî ya li nêzî bajarê Reqa xist bin kontrola xwe, ku heta çend roj berê, ji alîyê hêzên Amerîkî ve dihat xebitandin.

Reutersê ji zarê ajansa TASS ya Rûsî ragihand ku bingeha leşkerî ya qalkirî li gundê Tel Samîn ya stratejîk e û Reqa bi herêmên navendî û bakurê Sûrîyê ve girêdide.

Polîsê leşkerî yê Rûsî Arman Mambetov ji ajansê re gotiye ku wan îro Pêncşemê dest bi nobedarîya herêmê kiriye.

Televîzyona Zvezda TV ya Wezareta Berevanî ya Rûsya jî hin dîmen nîşan da ku konvoya artêşa Rûsî dikeve nav bingehê û polîsên leşkerî yên Rûsî ala xwe li wir bilind dikin.

Hêjayî bîrxistinê ye ku hêzên Rûsî di destpêka vê mehê de ketibûn Reqa ya navenda berê ya xîlafeta Dewleta Îslamî, piştî ku Serokê Amerîka Donald Trump biryara vekişîna hêzên xwe ji bakurê Sûrîyê dabû.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG