Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Medya Rûsî: Twitter Dê li Rûsya Were Qedexe Kirin


Twitter - Rûsya
Twitter - Rûsya

Medyaya Rûsî îro Sêşemê ragihand ku hikûmet wê di nava vê mehê de Twitterê asteng bike, ger ew daxwaza rakirina naveroka qedexekirî bi cîh neyîne.

Ajansên nûçeyan yên Rûsî ev agahdarî ji zarê berpirsiyarekî payebilind ragihandin.

Vadim Subbotin, cîgirê serokê Sazîya Xizmeta Federal ya Bo Çavdêrîya Ragihandin, Teknolojîya Agahdarîyê û Medya Giştî (Roskomnadzor) îro di derbarê pêyvajoya qedekirina Twitter ya li Rûsya ji ajansa nûçeyan ya Interfax re axifî.

Subbotin da zanîn ku Twitter hîn bersîvên fîkar û pirsên Rûsî nedaye û heke di nava yek mehê de nede, ewê li Rûsyayê were qedexekirin.

"Twitter , bersîva daxwazên me ku wekî pêwîst dike, nade. Ger rewş berdewam bike wê hingê ewê di mehekî de bi biryara dadgehê were qedeke kirin, " Subbotin got.

Hevdem, ajansê ji zarê Subbotin ragihand ku heke Twitter naverokên qedexekirî ya ku Moskow dibêje naverokên mîna pornografîya zarokan, materyalên ser dermanên dij qanûnî û xwekujîya zarokan rake, hîn jî rê heye ku neyê qedexe kirin.

Twitter'ê bersîva daxwaza şîroveya ser van daxuyanîyana neda.

Moscow, hefteya bi daxuyanîyeke dîyar kir ku jiber ku Twitter'ê lîsteyekî naverokan ku ew wek qedexe bi nav dike ranekiriye, mîna bersîv wê leza Twitter'ê ya li hundirê Rûsyayê daxistiye.

Twitter wê demê dîyar kir ku ew jiber biryara Rûsyayê ya bandora ser azadî ya ragihandinê bi fîkar e.

Hewdem, Twitter'ê îdaya karbidestên Rûsî ku dibêjin ku Twitter dihêle platforma wê bo teşwîqkirina kiryarên neqanûnî were bikar anîn, red kir.

Twitter, ji hêla Rûsyayê ve di vê serê mehê de, jibo ranekirina weşanên ku ji zarokan daxwaz dikirin ku beşdarî protestoyên dijî Kremlîn yên neqanûnî bibin, wek yek ji pênc platformên medyaya civakî bi nav kir.

Platforma medya civakî ya Amerîkî ji vê deme vir ve jixwe li Rûsyayê di bin givaştinan de bû.

Hejayê bîr xistinê ye ku wezareta karên derve ya Rûsyayê roja Şemîyê Amerîka tawanbar kir ku ew jibo pêşbaziya neheq û bo sansurkirina naverokên bi keyfî û bêpîvan, derfetên teknolojîyê bi kar tîne.




XS
SM
MD
LG