Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rojhat Roj: Emê li Dijî Êrîşên Ser Efrînê Bêdeng Nemînin


Rojhat Roj
Rojhat Roj

Berpirsê Navenda Ragihandina Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li Efrînê Rojhat Roj, di hevpeyvîneke taybet de ji Dengê Amerîka re liv û tevgera artêşa Tirk li dora Efrînê nirxand û pêşhatinên dawî şîrove kirin.

"Tirkîye ti hebûneke Kurdan qebûl nake, loma berê komên çete weke DAIŞ'ê da Kurdan, ev yek bi belga hate îsbat kirin, niha ew bi xwe ketîye dewrê," Roj li ser gefên Tirkîyê got.

Roj dîyar kir ku Tirkîye hêzên xwe li dora Efrîn û Şehba zêde dike û armanca van gefên Tirkîyê bi projeyeke berfireh da nasîn û dema van gefan wiha şîrove kir:

"Armanc ne tenê Efrîn û Şehba ye, Tirkîye dixwaze xwe bighîne Helebê û Îdlibê dagîr bike, herwiha dixwaze pêngava rizgarkirina Reqa asteng bike".

Roj hin raportên medyayî red kir ku hêzên Rûsî ji Efrînê vekişîne. "Hêzên Rûsî yên li Efrînê ji êrîşên Tirkîye haydar in, lê hîn bertekeke wan ya cidî tune ye, belkê di rojên bê de helwesta wan zelaltir be.”

Derbara amadekarîyên YPG'ê Roj xuya kir ku ew ji her êrîşekê re amade ne û bêdeng namînin.

"Di çarçoveya parastina rewa de em bersîvê didin, lê eger êrîş zêde bibin, emê jî êrîş bikin û çalakîyên xwe pêk bînin.”

NR_6_30_2017_Roj
please wait

No media source currently available

0:00 0:15:27 0:00

XS
SM
MD
LG