Di hevpeyvîna Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka de, Sekreterê Komela Mafê Mirovan ya rêxistina Dîyarbekirê, Racî Bîlîcî girjî û alozîya heyî li herêma Kurdan ya li Tirkîyê ji alîyê mafên mirovan ve dinîrxîne.
Birêz Bîlîcî dibêje, rewşa mafê mirovan li herêmê xirabtir bûye û jiber zêdebûna girtinan, li zindanan cîh nemaye.
Racî Bîlîcî dibêje, dewleta Tirk di pirsa Kurdî de careke din dest bi rê û rêbazên xwe yên berê dike û loma jî hazirîya operasyoneke leşkerî ya berfireh dike.
Heku dixwazin guhdarîya vê hevpeyvînê bikin, kerema xwe li lînka ‘Guhdarî kirin’a jorîn bitikînin.