Serokê Bulgaristanê Rumen Radev îro Duşemê ji partîya herî mezin ya sêyê, Partîya Sosyalîst xwest ku hikûmeteke nû damezirîne, piştî ku du hewilên pêşîn serketî nebûn.
Tevî ku şansa Partîya Sosyalîst ya pêkanîna hikûmeteke nû lawaz tê dîtin, rêberê wê Georgi Svilenski got ku ewê partîyên din jî vexwînin ku hikûmeteke nû ava bikin.
Svilenski ji Radev re got ku ewê hemî bizavên pêkan bi biceribîne ku erka xwe bi cîh bîne jiber ku gelê Bulgarî aramî û zelalî dixwaze.
Biryara îro, piştî têkçûna du hewilên berê yên ji hêla Partîya - Em bi Berdewamî Guherînê Dixwazin ya reformxwaz û Partîya GERB ya rastgera navendî hat.
Hikûmeta Kiril Petkov ya nêzî Ewrupa, ku di meha Berfanbarê de bi soza tunekirina bertîl û perexwarinê hatibû ser desthilatê, berî demeke kurt dest jî kar berdabû.
Ger danûstandinên pêkanîna koalîsyoneke nû bi ser nekevin, dibe ku Serok Radev parlamanê pûç bike, hikûmeteke demkî erkdar bike û biryara hilbijartineke pêşdem bide.
Hin çavdêr pêşbînî dikin ku di hilbijartinên nû de partîyên nasyonelîst û yên piştgirên Rûsyayê hebûna xwe li parlamanê xurttir bikin.