Hikûmeta Herêma Kurdistana Îraqê, roja Çarşemê 25î Temûzê bi amadebûna Serokê Hikûmetê û Cîgirê wî û wezîr û komîtên taybetmend bi pirsa gaz û petrolan civînek encam da, di civînê de biryara qedexkirina Rafînerên "palawgehên" Petrolêyên bê destûr û nerewa" hat dan.
Dr. Ebdula Rêkanî endamê parlemena Herêma Kurdistanê mêhvanê bernama "Hello Washington" bû, mijara palawgehên petrolê yên ne yasyî û bandora li ser jiyana mirovan û jîngehê hat gotûbêj kirin.