Karbidestên saxlemîyê yên Gaza ragihand ku di êrîşên Îsraîlê yên îro Sêşemê de, li bajarê Refahê herî kêmî 21 Filistînî hatin kuştin ku piranîya wan jin û zarok in.
Êrîşên Îsraîlê yên nû konên Filistînî yên aware li Mawasî li rojavayê Refahê kirine armanc ku Tel Avîvê wek herema mirovî ya ewle dîyar kiribû.
Şahidan got ku tank û maşîneyên zirxîn yên bi mîtralyozan yên Îsraîlê bo cara yekê îro Sêşemê li nêzî mizgefta El-Ewda ya navenda Refahê hatin dîtin.
Artêşa Îsraîlê got ku hêzên wê li herema Refahê operasyonên xwe didomînin, bêyî behskirina ragihandinên ser ketina navenda bajêr.
Rexistina Saxlemîyê ya Cihanê (WHO) jî îro got ku nexweşxaneya dawîn ya li Refahê dibe ku ji xizmetê derkeve û jimareke mezin ya mirinan were çaverê kirin, ger Îsraîl dest bi êrîşeke tam ya li başûrê Gaza bike.
Wezareta Saxlemîyê ya Gaza ku di bin kontrola Hamasê de ye, îro ragihand ku 7'ê Cotmehê ve, jiber êrîşên Îsraîlê li Kerta Gaza herî kêm 36 hezar û 96 Filistînî hatine kuştin, dema 81 hezar û 136 jî birîndar bûne.
Wezaretê got ku di êrîşên Îsraîlê yên di 24 seatên dawî de 96 Filistînî hatine kuştin.
Li gor karbidestên Îsraîlê jî 1170 kes di êrîşa Hamasê ya 7'ê Cotmehê de hatine kuştin û 250 jî wek dîl hatine revandin.
Jêder: Reuters