Serokwezîrê Îraqê Nûrî El Malikî, ragihandina kabîneya xwe ya nû paş exist, jiber jêknegirtinên li ser dabeş kirina postên wezaretan.
Peyamhinêrê Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka ku di civîna parlemanî de amade bibû got, ragihandin hate paş êxistin lê wî dîyar nekir birêz Malikî dê kengî kabîneya xwe nû eşkere bike.
Derengîya meha borî, Serokomarê Îraqî Celal Talabanî daxwaz ji Malikî kirîbû ku hikûmeta nû damezrîne. Birêz Talabanî 30 roj dabûn Serokwezîr Malikî da ku hikûmeta xwe ya nû pêk bîne.
Serokwezîrê berê Ayad Allawî do Yekşemê daxuyandibû ku ewê pişikdarî li hikûmeta koalîsyonî ya birêz Malikî bike.
Îraq ji 9 mehan vir ve bê hikûmet e û ew yek jî gefê li aştî û tenahîya wî welatî dike.