Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ragihandina Sûrî: Leşkerên Îsraîlî 14 Xwepêşander li Golanê Kuştin


Ragihandina Sûrî: Leşkerên Îsraîlî 14 Xwepêşander li Golanê Kuştin
Ragihandina Sûrî: Leşkerên Îsraîlî 14 Xwepêşander li Golanê Kuştin

Leşkerên Îsraîlî xwepêşanderên piştevanên Felestînî gulebaran kirin, dema xwepêşander nêzîkî sînorê navbera Sûrîye û devera Golan ya bin kontrola Îsraîlê bûn.

Li gor ragihandina dewleta Sûrî, 14 xwepêşander hatin kuştin, di nav de jinek û zarokek.

Li 44-emîn salvegera şikesta Ereban li Şerê Rojhilata Navîn yê sala 1967’ê, xwepêşandan hate kirin. Di wî şerî de, Îsraîlê Golan ya Sûrîyê kontrol kir.

Îsraîl, karbidestên Sûrîyê bi handana xwepêşanderan xetabar dike di demekê de ku cîhan berê xwe dide tepeserkirina serhildana gelê Sûrî ji layê hikûmeta Sûrî ve.

XS
SM
MD
LG