Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Opozisyona Hindistanê Karvekişîna Xwe Radigihîne


Rahul Gandhi serokê partiya Kongresa Niştîmanî ya Hindistanê
Rahul Gandhi serokê partiya Kongresa Niştîmanî ya Hindistanê

Rahul Gandhi serokê opozisyona Hindistanê, piştî ku partiya wî di hilbijartinan de li hember Narendra Modi serokwezîrê Hindistanê yê rastgirê Hindus wenda kirî, ji serokatiya partiya xwe îstîfa kir.

Rahul Gandhi ji sala 2017 û vir ve, serokê Kongresa Niştimanî ya Hindistanê bû di xwest ew jî bibe serokwezîr, ku ji malbatek kevin ya desthilatdariyê ye li Hindistanê,

Roja Çarşemê bi rêya Twîterê Gandhî dest ji kar kişîna xwe ragihand û got "Lêpirsîn girnge ji bo pêşketina partiyê di siberojê de".

Babê Gandhî, Dapîra wî û Babkalê wî her hemû serokên berê yên hikûmeta Hindistanê bûn.

Partiya Gandhi ku Kongresa Niştîmanî ye, ji sala 2014an û vir ve lawaz bûye, îsal heta astekê, ji salên derbasbûyî baştir bû.

Partiya Bharatiya Janata (BJP) ya Serokwezîr Narendra Modi di hilbijartinên seranserî de li Hindistanê, serkeftin bidest xist bû, ev serkeftin jibo hêzên opozisyon û çavdêrên siyasî sûrpirîzek bû.

Li Hindistanê ji dem partiya (BJP) desthilatî girtîye dest, ew bi armanc girtina kemaniyan û ji kar xistina sazîyên dewletê tê tawanbar kirin, lê BJP wan îdîayan red dike.

XS
SM
MD
LG