Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mirina Reîsî û Abdulahîyan Bandoreke Çawa li Sûrîyê Dike?


Piştî mirina serokê Îranê Îbrahîm Reîsî û wezîrê derve Huseyîn Emîr Abdullahîyan, di ketina helîkopterekê de roja Yekşemê li bakurê wî welatî, rejîma Sûrî jibo 3 rojan şînî ragihand.

Hin çavdêr dibînin ku mirina Reîsî û Emîr Abdullahîyan ti guhertinên stratejîk di sîyaset û nêzîkatîya Îranê de li Sûrîyê, çênake, çimkî peywendîyên kûr di navbera Şam û Tehranê de hene, herwiha biryara rastî li Îranê di destê Rêberê Ruhanî Ayatollah Elî Xameneyî, ye.

Lezgîn Îbrahîm lêkoler di Navenda Ferat ya Lêkolînan de dibêje ku mirina Reîsî û wezîrê wî yê derve pêkan e hin gengeşeyên sîyasî yên demkî derxe, lê di asta leşkerî de guhertin çênabin.

“Ez bawer nakim ku ti guhertina leşkerî di hebûna Îranê de li Sûrîyê çêbibe, ne di dema nêzîk de û ne jî ya dûr, herwiha rola wê ya sîyasî jî di dosya Sûrî de dê berdewam bike, berê jî dema kuştina Qasim Silêmanî, ku endezyarê hebûna Îranê li Sûrîyê û herêmê bû, me dît ku wê bûyerê jî guhertineke ewqas zêde çênekir”, Îbrahîm got.

Lezgîn Îbrahîm
Lezgîn Îbrahîm

Komara Îslamî ya Îranê ji destpêka şerê li Sûrîyê sala 2011an de, destêwerdan jibo piştgirîya hikûmeta Beşar Esad li hember opozisyona Sunî kiribû.

Li gor zanyarîyan rol û hebûna leşkerî ya Îranê bi rêya hêza Pasdaran û Feyleq El-Qudis, herwiha gelek mîlîşyayên Şîa, li seranserî nexşeya di bin destê rejîma Sûrî de, anku li hêla navîn, rojava û başûrê Sûrîyê, firehtir bûye.

Nivîskar û şîrovekarê sîyasî Cemîl Reşîd bal dikşîne ku roleke Îranî ya mezin û xurt di warên sîyasî, aborî û leşkerî de li ser erdê li Sûrîyê, heye.

Reşîd herwiha bi bîr dixe ku gelek berpirsên payebilind yên Îranî di êrîşên Îsraîlî de li Sûrîyê hatine kuştin, loma mirina Reîsî û Abdullahîyan dê givaşên nû li ser Îranê çêke.

Cemîl Reşîd
Cemîl Reşîd

“Mirina serokê Îranê pêkane tevlihevîyan li hindurê Îranê bixwe çêke, ev yek dê refleksa xwe li Sûrîyê jî bike, wê demê mîlîşyayên girêdayî Îranê li ser axa Sûrîyê jî lawaz dibin û rola Îranê bandor dibe ku Rûsya dê sûdê ji vê rewşê bigire û hewl bide li ser hesabê Îranê rola xwe li Sûrîyê firehtir bike”, Reşîd got.

Hêjayî gotinê ye ku ji dema “Şoreşa Îslamî” li Îranê sala 1979an, desthilata bilind û pratîkî li wî welatî di destê Rêberê Ruhanî de ye, pêşî Ayatollah Ruhulla El-Xomeynî bû û niha jî Ayatollah Elî Xameneyî ye ku rol û desthilata serokê Îranê di bin fermana “Rêberê Şoreşê” de ye.

Şîrovekar didin zanîn ku cografîya Sûrîyê jibo projeyên Îranê li herêma Rojhilata Navîn pir stratejîk e, ku pira di navbera Tehran, Bexda û Beyrutê de ye.

Raporta Deng/Newroz Reşo
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:34 0:00

XS
SM
MD
LG