Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

AFP Dibêje bi Hezaran Kes jibo Oxirkirina Reîsî li Tehranê Civîne


Rêberê olî yê Îranê Ayetullah Alî Xameneyî îro Çarşemê meletîya nimêja jibo binaxkirina serokomarê Îbrahîm Reîsî kir, dema ku bi deh hezaran kes jibo merasîma cenazeyê Reîsî li li kolanên paytext Tehranê kom bûn.

Di gel karbidestên payebilind, Xameneyî nimêj da kirin, li ser tabûta Reîsî û yên wezîrê derve Husêyîn Emîr Abdullahîyan û 6 karbidestên din yên ku bi Serokomar Reîsî re, roja Yekşemê di ketina helîkopterê de miribûn, li nêzî sînorê Azerbaycanê.

Tabûtên 8 kesên ku ji nava şîngirêm bi hêstiran derbaz bûn û giheştin Meydana Azadî ya cîhê merasîmê.

Televîzyona dewletê got ku bi mîlyonan Tehranî civîn ku Reîsî oxir bikin.

Li paytext Tehranê, pankartên mezin hatin hildan ku serokomar Reîsî wek "şehîdê xizmetê" bi nav dikirin, dema hinên din jî "xatir ji xizmetkarê bindestan" dixwestin.

Rûniştvanên Tehranê peyamên telefonê wergirtin û ji wan hat xwestin ku ew beşdarî merasîma cenazeyan bibin.

"Ez xemgîn îm, ez hatim ku dilê xwe aram bikim û dilê rêberê bilind rehet bikim," Şîndara bi navê Meryem got ku ji bajarê Vremin hatiye.

Serokwezîrê Îraqê Muhamed Şîa El-Sudanî jî di gel Xameneyî beşdarî nimêjê bû.

Xameneyî ji Sudanî re got: "Me kesitîyeke pir girîng hinda kir. Ew birayekî pir baş bû. Karbidestekî karîger, jêhatî, dilpak û cidî bû."

Serokê Hamasê Îsmaîl Henîye û Cîgirê Serokê Hizbullaha Lubnanê Naîm Qasim jî beşdarî merasîma cenazeyan bûn.

Henîye ji girseya ku dirûşma "Bimre Îsraîl" qîr dikirin re axifî.

"Ez li ser navê gelê Filîstînê, li ser navê komên berxwedanê yên Gazayê... jibo sersaxiyê li vir im. Em pêbawer in ku Komara Îslamî ya Îranê wê piştgirîya xwe jibo gelê Filîstînê bidomîne " wî got.

Piştre li navenda konferansê ya Tehranê merasîma fermî hat dar xistin. Merasîma sersaxiyê ya bi mazûvanîya Serokomarê demkî yê Îranê Mihemed Muxber û Cîgirê wezîrê derve Alî Alî Bagerî Kanî hat darxistin.

Di merasîmê de 10 welat di asta Serokomar û Serokwezîr, 20 welat di asta wezîran de û nêzî 20 welat jî di asta serokê parlamentoyê yan jî nûnerê taybet de, amade bûn.

Merasîmên jibo oxirkirina Reîsî û karbidestên pê re, do Sêşemê li Tebrîzê û li navenda olî ya Şîayan ya Qumê destpê kirin ku bi deh hezaran kes bi cilûbergên reş şîna digirtin.

Li bende ye ku cenazeyê Reîsî sibê bigêheje bajarê Meşhed ku ji wir e û êvara Pêncşemê piştî merasîma binaxkirinê li goristana Îmam Riza were veşartin.

Cenazeyê wezîrêderve Abdullahiyan wê li bajarê Rey yê parêzgeha Tehranê were binax kirin. Çaverê ye ku karbidestên din jî li bajarên xwe werin veşartin.

Jêder:AFP, Reuters

XS
SM
MD
LG