Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Îranê Hebûna Amerîka Li Rojhilata Navîn Şermezar Dike


Serokê Îranê Îbrahîm Raîsî û serokê Îraqê Ebdulletîf Reşîd
Serokê Îranê Îbrahîm Raîsî û serokê Îraqê Ebdulletîf Reşîd

Serokê Îranê Îbrahîm Raîsî roja Şemîyê hebûna Amerîka li Rojhilata Navîn bi tundî şermezar kir, dema ku wî mêvandarîya hevtayê xwe yê Îraqê kir ji bo danûstandinên berfereh.

Dijminên mezin ên bi dehan salan, Amerîka û Îran ji bo bandora xwe li Îraqê hevrikîyê dikin ji dema ku di sala 2003an de Amerîkayê rêjîma dîktator Seddam Huseyn hilweşand.

Herduyan alîkariya Îraqê kir ji bo têkbirina grûpa "Dewleta Îslamî" Daişê û Amerîka hîn jî 2,500 leşkerên ne-şerker li wî welatî hene ku şîret û rahênanê pêşkêş dikin.

Nêzîkî 900 leşkerên Amerîkî li Sûriyê mane, piraniya wan li bakur-rojhilatê ku ji aliyê Kurdan ve tê birêvebirin, weke beşek ji hevpeymaniya bi serokatiya Amerîka ku şerê bermahiyên Daişê dike.

Û Istola Pêncemîn a Hêza Deryayî ya Amerîkî li dewleta Behreynê ya Kendavê ye.

Raîsî li Tehranê di kongreyeke rojnamevanî ya hevbeş de ligel Serokê Îraqê Ebdulletîf Reşîd got: "Em hebûna hêzên biyanî û biyaniyan li navçeyê bi sûd nabînin."

Serokê Îranê got: "Hebûna Amerîkayê ewlehiya herêmê têk dide."

"Peywendiyên me bi Îraqê re li ser bingeha berjewendiyên hevpar in."

Tevî ku Îraq û Îranê di salên 1980an de şerekî heşt salan kirin, têkiliyên di navbera cîranên ku piraniya wan Şîe ne, ji dema dagirkirina sala 2003an de ku Seddam û rejîma wî ya bi serdestiya Sunnî hilweşand, gelekî germ bûne.

Îraq bûye xeteke aborî ya sereke ji bo komara îslamî ya dorpêçkirî, di heman demê de ku Îran gaz û elektrîkê û her weha kelûpelan dide Îraqê.

Raîsî di civîna çapemeniyê de bal kişand ser girîngiya hevkariyên Îranê bi Îraqê re di warên ewlehiyê û mijarên din de.

Wî got: "Pêwendiyên Îran û Îraqê dê di warê jêrxana av û elektrîkê de berdewam bin."

Raîsî her wiha got: “Lihevhatineke ewlehî di navbera her du welatan de pêk hatiye û ewlehiya Iraqê û sînorên wê ji bo me pir girîng e.

Çavkanî: AFP

XS
SM
MD
LG