Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran Mirina Serokomar Reîsî Dîyar Kir


Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî
Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî

Karbidest û medyaya dewletê îro Duşemê dîyar kirin ku Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî jiyane xwe ji dest daye, piştî ku do helîkoptera wî li çiyayên nêzî sînorê Azerbaycanê jiber heweya xirab ket xwarê.

Tîmên lêgerîn û rizgarkirinê, bermahîyên şewitî yên helîkoptera Reîsî serê sibeha Duşemê dîtin, ku nêzîkî Varzaqan li parêzgeha Azerbaycana Rojhilat ya Îranê ye.

Reîsî û şandeya ligel wî ji Azerbaycanê vedigeryan ku bi Serokomarê Azerbaycanê Îlham Aliyev re jibo vekirina bendavekê serdana wî welatî dikirin.

Rêberê Ruhahî y Îranê Ayetullah Alî Xameneyî 5 roj şînî ragihand û Cîgirê Serokomar Mihemed Muxber wek serokomarê demkî destnîşan kir.

Xameneyî di daxuyanîya xwe de got: "Ez 5 rojan şînîya giştî radigihînim û ji gelê hêja yê Îranê re sersaxîyê dixwazim."

Li gor qanûna bingehîn ya Komara Îslamî ya Îranê, divê di nava 50 rojan de jibo serokkomarê nû hilbijartin were darxistin.

Reîsî, yê 63 salî, ji sala 2021’an ve li ser kar bû, di demekê de desthilatdarîya Îranê ribûrûyên protestoyên girseyî dibû, krîza aborî ya jiber toleyên Amerîka kûrtir dibû û pevçûn bi Îsraîl re çêbûn.

Di sîstema siyasî ya dualî ya Îranê de, ku di navbera saziyên olî û hikûmetê de hatiye dabeşkirin, rêberê olî Xamineyî yê 85 salî ye, ji 1989’an ve , erkdarê herî dawî yê biryardayînê li ser hemî siyasetên serekî.

Bi salan e, Reîsî wek rikberekî bihêz ji bo cîgirîya Xamineyî, ku siyasetên serekî yên Reîsî pesend kiriye, dibînin.

Gelek çavdêr bi salan e Reîsî, jibo cîgirîya Xamineyî, wek namzetê herî xurt dihat nirxandin.

Ji bilî Reîsî, wezîrê derve yê Îranê Huseyîn Emîrabdullahîyan, walîyê parêzgeha Azerbaycana Rojhilat Malîk Rahmetî, Meleyê Înê yê Tebrîzê Mihemed Alî El Haşîm, du karbidestên payebilind yên Pasdarên Şoreşê û sê xebatkarên helîkopterê jî Reîsî jî mirine.

Piştî mirina Emîrabdullahîyan, danûstandinerê serekî yê navokî yê Îranê Alî Bagerî Kanî wek wezîrê derve yê demkî hat destnîşan kirin.

Li perêstegehe mezargeheke serekî ya Şîayan li bajarê Qumê, li başûrê Tehranê, aleke reş weke nîşana şînê hat daliqandin, dema ku gelek Îranî jî li camîyan bi girîn û dûayan xemgînîya xwe nîşan didin.

Herwiha, li ser medya civakî gelek wêne û vîdyo jî hatin parve kirin ku gelek kes di derengîya Yekşemê li gelek hereman fîşekên hewayî davêtin, jibo pîrozkirina hêvîya mirina Reîsî.

Dengê Amerîka nikare bi awayekî serbixwe şertên wan pîrozbahîyan piştrast bike, jiber ku ragihandina wê ya li hindûrê Îranê qedexe ye.

Tê çaverê kirin jibo Reîsî, Abdullahîyan û yên din sibe Sêşemê li Tebrîzê meresîm fermî ya dewletê were dar xistin.Piştre jî li bende ye ku cenazayên wan were şandinê paytext Tehranê û li wir merasîma dawî ya oxirkirina wan pêk were.

Jêder: VOA, Reuters

XS
SM
MD
LG