Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Îspanya Rajoy Rûbirûyê Dengdana Bawerîyê Dibe


Li Îspanya roja Înê dengdana bawerîyê li dijî serokwezîr Mariano Rajoy dê were kirin, piştî ku jimareke sîyasetvanên nêzî wî bi sedema bertîl û perexwarinê hatin ceza kirin.

Parlemana Îspanî biryar da ku rûniştineke taybet were kirin û tê de dengdan li ser xwestina bawerîyê were kirin.

Çavdêr dibêjin ku ne zelal e ka Partîya Sosyalîst ya opozîyonê dikare bi têra xwe dengan wergire ku Rajoy ji posta xwe bîne xwarê.

Rajoy, ku partîya wî destek dide wî, ragihand ku ew dixwaze terma xwe temama bike jiber ku dadgehê ti biryar li ser endamên kabîneya wî nedaye.

Rajoy sala borî jî rûbirûyê dengana bawerîyê bû, lê ji wê yekê bi serketî derketibû.

XS
SM
MD
LG