Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêzên Îraqî li Ramadî Şerê DAIŞê Dikin


Hêzên Îraqî îro Sêşemê, di bizaveke dawî ta wergirtina bajêr de, li nevaneda Ramadî dest bi şerê mîlîtanên DAIŞÊ kir.

Berdevkê hikûmeta Îraqê jibo dij-terorê Sabah al-Numani, got ku şer li taxên dora avahîyên hikûmetê diqiwime û firokên koalîsyonê jî bi êrîşên esmanî piştgirî didin hêzên wan.

Hindakirina Ramadî di meha Gulanê de bûbû darbeyeke mezin ji hikûmet û artêşa Îraqê re.

Ev çend meh in hêzên Îraqî li dervayê bajêr di şer de ne û hewil didin ku Ramadî jinûve bigirin bin kontrola xwe.

XS
SM
MD
LG