Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêzên Îraqî û Mîlîsên Şîa Amadekarîya Operasyoneke Ser Ramadî Dikin


Mîlîsên Şîa îro Sêşemê li dervayê Ramadî dicivin ku operasyoneke jinûve kontrolkirina bajarê Ramadî ji destê Dewleta Îslamî (DAIŞ) pêk bînin.

Çaverê ye operasyoneke wek li Tîkrît li Ramadî jî bê kirin û artêşa Îraqê jî ligel mîlîsên Şîa di wê operasyonê de cîh bigirin.

Piştî serkeftina li Tîkrîtê, DAIŞ nekarîbû ber bi paytaxt Bexdayê ve pêşde biçûya û loma jî niha berê xwe dide bajarê Ramadê li rojavayê Îraqê.

Wezareta Berevanî ya Îraqê îro vîdyoyek belav kir ku rizgakirina 28 leşkerên Îraqî ji destê DAIŞ’ê nîşan dide, piştî ku DAIŞ’ê Ramadî xistib[ bin kontrola xwe.

Berdevkê Qesra Spî Eric Schultz jî got, Serok Obama rewşa li Îraqê ji nêzîk ve dişopîne. Wî ragihand ku ji roja Yeşemê vir ve 8 êrîşên esmanî li hember Ramadî hatine kirin.

XS
SM
MD
LG