Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ramaphosa Dibêje Ewê di Demeke Nîzk de Zelenskyy Vexwîne Welêt


Zelenskyy û Ramaphosa li Kîeeê (Arşîv)
Zelenskyy û Ramaphosa li Kîeeê (Arşîv)

Serokê Afrîqaya Başûr Cyril Ramaphosa îro Înê ragihand ku ewê serokê Ukraynî Volodymyr Zelenskyy di demek nêz de vexwîne ku ew dawîkirina şerê bi Rûsya gotûbêj bikin.

Ramaphosa got ku di axaftinê ser telefonê de, ew û Zelenskyy pêdiviya lezgîn ya pêvajoyeke aştî ya berfireh ya bi beşdarfûna hemî alîyan hevbîr bûne.

Zelenskyy jî jiber piştgirîkirina serwerî û yekbûna axa Ukrayna spasîya Ramaphosa kir û got ku ew hêvî dike ku îsal aştî pêk were.

"Em hemî hêvî dikin ku îsal aştîyeke dadmend û mayînde pêk were. Dengê Afrîqaya Başûr girîng e û em pişta xwe didin piştgiriya wê," Zelenskyy got.

Ev gava Afrîqaya Başûr di vê demê de tê ku Rûsya û Amerîka bi tundî têne rexne kirin ku jibo dawîkirina şerê Ukrayna dest bi danûstandinan dikin, lê ne Ukrayna û ne jî hevbendên wê yên Ewrupî hatine vexwendin.

Dema Afrîqaya Başûr hewil dabû ku di şerê navbera Rûsya û Ukrayna de bêalîbûnê nîşan bide, ew bi aligirîya bi Moskowê hatibû tawanbar kirin.

Ramaphosa di Cotmehê de, di hilcivîna koma BRICS ya aborîyên mezin yên nûjen de, Rûsya wek dost û hevbendeke hêja bi nav kiribû.

Ramaphosa roja Pêncşemê bi Wezîrê Derve yê Rûsya Sergey Lavrov re li civîna dîplomatên payebilind yên aborîyên serekî yên Koma 20 (G20) li Johannesburgê hevdîtinek kiribû.

Wezîrê Derve yê Amerîka Marco Rubio Afrîqaya Başûr bi meşandina rojeveke dijî Amerîka tawanbar kiribû û red kiribû ku beşdarî civîna du rojî ya G20 bike ku Afrîqaya Başûr niha seroktîya wê dike.

Jêder: AFP

XS
SM
MD
LG